Ji bo hunermend Ferhat Tunc 15 sal ceza tê xwestin

Dozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ji bo hunermendê kurd Ferhat Tuncî 15 sal cezayê hepsê xwest. Dozgeriyê doznameya xwe qedand û teslîmî mahkemê kir.

Di doznameyê de tê îdîakirin ku Ferhat Tunc di axavtina xwe ya di festîvala Dihê ku di 15.-ê Tebaxa sala bohirî de hatibû lidarxistin de, propagandaya 'rêxistinê' kiriye .

Dozgerî ji mahkeme dixwaze ku 15 sal cezayê hebsê li Tuncî bê birîn.

Tunc di wê xavtinê de gotibû; em piştî 25 sala li Dihê bo aşitî û biratiyê penecereyek nû vedikin.

Ez jî bi qasî we dil dikim ku em vê meşa bican û bixwîna xwe dimeşîni, bighînin çareseriyek aşitiyane.

Yekem runiştina mahkemeya Ferhat Tuncî di 28.-ê Tîrmehê de li Diyarbekirê li 4.mahkemeya cezayn giran pêk tê.

Cavkani: netkur.com

Kommentare (0)Add Comment

Kommentar schreiben
Du mußt angemeldet sein, um einen Kommentar abzugeben. Bitte registrieren, wenn Du noch kein Konto noch hast.

Copyright 2007. All Rights Reserved.
busy