Oldarê Êzîdî, ÅŸêx, pîr û mirîd li bajarê Almanya Cellê civîyan. Di civîna xwe de ji bo ol û felsefeya jiyana Êzîdiyan were parastin komsiyoneka lêkolînê hate ava kirin.
Cara yekemîn ji bona ola Êzîdiyan û felsefeya jiyana Êzîdiyan ÅŸêx, pîr û mirîd dicivin. Mîr Tasîm, gelek rûspiyên Êzîdî jî bedarî cîvînê bûn. Civîna doh li mala Êzîdiyan ya bajarê Almanya Cellê hate li darxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo ÅŸehîdên azadiyê destpêkir. Di destpêka civînê de hate ragihandin ku armanca vê civînê ewe ku kesayetiyeke demokrat, azad, têgihiÅŸtî, bi nirxe mirovahiyê, olî, netewî û civakî ve girêdayi be were afirandin.
Herwiha hate diyarkirin ku ji bo Ò«areseriya pirsgirêkê navxweyi, giringe pêÅŸî li rêbazên kêyfî, feodalî, herêmî, eÅŸîrtî û bi taybeti jî yên dijwariyê were girtin. Di vê mijarê de hate diyarkirin ku pewiste ji niha û pê de di nav civaka Êzîdî de pirsgirêkên derkevin holê Ò«i dibe bila bibe, ji bili metodê aÅŸtiyanê, rêbazeke din neyên pejirandin. Di nava mijarên ku bi taybetî hate guftûgokirin de yek jê jî mijara qelen û dozên xwînê bûn. Têkildarî van mijaran wiha hate gotin: „Giringe dozên xwînê û firotina keÒ«an wek rûreÅŸiya civakî û kiryarê der mirovahî werin dîtin. Li dijî van kevneperestiyên di nava civaka Êzîdî de helwesteke pir zelal were diyar kirin û Ò«areseriya pirsgirêkan ne li gori berjewendiyê malbatî û eÅŸîrtî be. Li gor pîvanên exlakê mirovahiya pêÅŸketî û wicdanê civakê be. Wekî din, di nav civaka Kurdên Êzîdî de pirsgirêka herî giran û nehatiye careserkirin, pirsgirêka jin û malbatê ye. Jina Êzîdî di rastiya jiyanê de xwedi cihekî watedar e. Lê mixabin îro li ciheki wek Ewropa di bin navê qelen de bazar li ser keÒ«ên Êzîdî tê kirin û ev yek her ku diçe zêde dibe. Li dijî van kevneperestiyan girînge têkoÅŸîn were dayin.“
Komisyon hate sazkirin
Di komcivînê de ku pirsgirêk bi berfirehî hatin guftûgo kirin de ji bo meÅŸandina kar û xabatên lêkolînî yên çareserkirina pirsgirêkên heyî komîsyoneke ji 11 kesan hate hilbijartin. Di komsiyona ji 11’kesan yên cîh digirin ev in: PêÅŸîmam Berekat, Sêx Mûsa Îpek, Silêman Kinik, Åžêx Silêman Yater, Åžêx Avdo Uca, Åžêx Behcet Kizilyel, Åžêx Silman Îpek, Åžêx Sebrî Torba, Åžêx Avdo Mutlu, Åžêx Sebrî Sam û Sêx Tahsim Ersu.
Her wiha mijarên ku pêwiste li ser wan xabet werin meÅŸandin û werin çareser kirin jî bi van xalan hatin rêzkirin:
1- Di serî de ji bo xizmeta olî komiteke ji 11 kesan hate hilbijartin û ev komîte pirsgirekên lezgîn yên olî Ò«areser dike û ji bo Meclisa Bawermendên Êzîdî li Ewropa were avakirin dest amadekariyê civineke berfireh dike.
2- Civata giÅŸtî ya Bawermendê Êzîdiyan ji hemû kesên di derheqa ola Êzdayatiyêde têgihiÅŸtî pêk tê. Civata giÅŸtî ji sale carekê kom dibe, biryara distine, meclisê hildibijêre û kar û xebatê meclisê diÅŸopîne.
3- Meclîs ji hemû biryarê civata giÅŸtî distîne berpirsiyare û di pratikê de pêk tîne. Meclîs di nava xwe de karparvekirinê Ò«êdike, kar û xebatê koordine dike û dimeÅŸîne. Meclîs ji 3 mehan carekê dicive, xebata hatiye meÅŸandin dinirxîne û plansaziya nû derdixe.
4- Meclîs ji bo xizmeta olî û Ò«areseriya pirsgirêkên civaka Êzîdî li Ewropa û li welat lêkolînan dike, plan û proja amadedike û ji bo meÅŸandina kar û xebatê komisyonê taybet ava dike.
5- Ji bo bawerî û Ò«anda civaka Êzîdî bi giÅŸti bê naskirin û berhevkirin, pêwiste ji kesê zanyar (Qewlbêj, Dîroknas û Civaknas) komisyonek were wezifedar kirin û lêkolin bên destpêkirin.
6- Ji bo aÅŸtî û tifaqa navxweyî pêk were pêwiste pirsgirêkê doza xwînê, ya qelen û hwd di nav civakê de berfireh werin niqaÅŸkirin, komisyonên aÅŸtiyê yên heyî werin xurtkirin û komisyonên taybet bêne avakirin.
7- Ji bo Ò«areserkirina pirsgirêkên civakê, giringe pêÅŸî li rê û rêbazê kêfî, feodalî, herêmî, eÅŸîrtî û bi taybetî yên dijwariyê werin girtin. Ji bili metodê aÅŸtiyane, rê û rêbazê din qet neyên pejirandin.
8- Li diji dijwariya li ser jinê, kirin û frotina qîzan, zewaca pir jinî, li dijî qelen û hwd di nav civakê de têkoÅŸîn were dayin û ji bo jina Êzîdî di nav civakê de bibe xwedî îrade, di her milî de derfet werin afirandin.
9- Ji bo Ò«areseriya pirsgirêkên olî û civakî pêwiste hemû rê û rêbaz werin bi kar anîn. Ji bo vê yekê, civinên gel, semîner, di riya Ò«apemeniyê de panel, bernamên taybet û hwd werin Ò«êkirin.
10- Ji bo sîstema olî were avakirin, tifaq û yekîtiya civaka Êzîdî pêk were, pêwiste têkilî di navbera bawermend û Êzîdiyên welat, yê Qafkasya û Ewropa de werin xurt kirin.
11- Ji bo xizmeta olî û Ò«areseriya pirsgirêkên civakê, pêwiste nêzikbûn û helwesta kesên bi ve projê ve girêdayî bin ji hev ne cûda bin û li dijî kesê ne li gorî pivanên mirovahiyê û pirensîbên Ò«and û baweriya Êzîdîtiyê tev bigere, helwesta meclîisê û civakê pir zelal were nîÅŸandan.