Êzdiyatî û rewşenbîrî. -Ku hed û seda xwe
xweyîkin, bi dewr-zemanan civaka Êzdiyan xwe ji der-doran îzolasiyon
kir, heta ji meşa cihanê jî xwe dûr girt. Heramkirina xwendin-nivîsarê,
ji xelkê veşartina rastiya bawarya xwe, tengkirina pêwendiyan digel
der-doran civak kirine halekî pirr pasîv, ewî halî civak kişand nava
nezaniyê û şûndamayînê. Zanyariya ayîna bawariyê jî bû malê komek
dîndarên deshiletdar. Wana jî zanebûna bawarîyê ji mirîdan (evdên sade)
dûr girtin. Hinek pirînsîpên êzdiyatiyê ku dema Şîxadî û Şêx Hesen
hebûn hatine ji bîrkirin. Hinek qewl û qanûn, ku dema wanda ewqas hişk
nîbûn paşê bûne dogme û wek sûreke pola dora civakê alyan.
Raste dîrok Êzdiyan ra nekeniyaye, rêyeke zulm
û xezeb ra civak derbas bûye, gelek tişt ji bo xweparastinê, mecbûrî di
bin giraniya zulm û zorê, paşwextiyê hatiye pêkanîn, lê her kêmanyê xwe
gerekê xelkê, zulm û zordestiya der-dora va girê nedan, Êzdî, carna jî,
bi çavê rexna gerekê dîroka xwe û halê xweyî îro binhêrin. Ji bo her
kêmanîyê xwe xelkê sûcdar nekin.
Gelo rêvabirya Êzdiyan, dîroka dijwer da, wezîfa xwe bi xemxurî û zanestî timê pêk anîye?
A, ez bêjim xwendin-nivîsar.
Gelo, bi rastî, ayîna bawariya êzdiyan da xwendin-nivîsar ji bo evdê Êzdî guneye?
Em kurtayîkî ji dîrokê bînin bîra xwe: sedsala
12 a, dema. Şîxadî hate Lalişê. Ez nizanim berî wê demê halê vê olê û
rêvabiriya wê di warê xwendin-nivîsarê û zaniyariyê da çawa bûye lê
sekinandina şexsiyetên wek Şîxadî, Şêx Hesen (Şîxisin), Şêx Fexir
(Melek Ferxedîn), Şêxûbekir, Şêşims û gelek navên dîrokîye din li ber
rêvabiriya vê civakê ya zanyarî, civakî û olî gelo derheqa bilindayî û
giraniya rewşenbîrya êzdîtiya wê demê da nabêjin? Şêx Hesen Mîrê
Êzdîxanê bû, Şêx Fexir bavê Şêx û Extyarê Mergê… Bi salixiyên
dîrokzanan, ku hîmlî oldarên olê din û neyarê êzdîtyê bûne, van
şexsyetan dibînin wek zaniyar û fîlîsofê rojhilatêye here mezin. Ewan
bi kiriyamet, kar û zaniyarya xwe ketin nava dil û mejûyê vê civakê, ku
eva nêzîkî hezar salîye, neyar û kokbirên êzdiyatiyê, bi şûr jî nikarin
navê wan, surra wan ji dila, ji mejûya derxin, betalkin. Bi sirra wan
êzdîtayî di nava xezeb û zulmêra derbas bû, gihîşte me…
Eger xasên Êzdiyan xwendî bûne, xwendin çima gerekê civakê ra heram be, gune be?
Qewlada, çawa Şêx Fexrê mezin, usa jî qewlvan û
zaniyarên êzdîyaye din pesnê xwendin- nivîsare didin. Besa keşkûlê,
qelemê, kitêb-deftera dikin…Carna wan pîroz dibînin.
Şîxadî ronakbirê rojhilatê yê dema xweyî herî mezin, bi nav û deng bûye, nivîsarê wî hatine gihîştine me.
Derheqa Şêx Hesen da tê gotin: „…dîndarekî zana
û mend û zor jîr bûye, şeş sala xewlê maye heta kitêba (Celwe) danaye.
Piraniya mişûrêt pîra bi handana wî hatine nivîsîn „
Şêx Fexir.û qewlnanên din eger xwendî nîbûna,
haj zaniyarya cihanê nîbûna. gelo wê karibûna ew berhemên fîlîsofî û
xwedênasiyêye ewqas nirxgiran û fikirkûr biefrandana?
Usane paşwextyê xwendîn-nivîsandin li evdên êzdî hatiye qedexekirin, heramkirin…Rastiya bawariya êzdîtiyê hatiye veşartin…
Dibe wê demê pêwîstî hebûye? Lê bi dewrana domandina wî karî gelo rastî bûye?
Gelo heramkirna xwendin-nivîsarê warê xweparastinê, zanyaryê, pêşxistina civakê da Êzdiyan ra kar bû yan zirar.
Bi bîranîn û salixiyên oldar û alimên bawariya
êzdîtiyê, dema Şêx Fexrir da devedevî 11 hezar têkstên vê bawaryê
hebûne, rûyê tunebûn û heramkirina xwendin-nivîsarê da niha. nêzkaya
200 î mane…Ji sedî heyştê pênc-nod me unda kirye.
Dibêjin 72 ferman Êzdiyan rabûne. Bi rastî 1002
ferman serê Êzdiyan hatine. Lê gelo derheqa wan bûyaran da nivîsareke
biçûkîe bi destê êzdiyan paşwextiyê ra maye?
Ewqas bûyarên girîng serê vê civakê qewimîne, gelo oldarekî êzdiyan, yê wê demê cêrbandiye binivîse û bihêle?
Çi jî gihîştiye me ji nîvîsarên nivîskarên
biyanî ye. Wana jî salixî ji xelkê, pirr cara ji xêrnexwezê Êzdiyan
hildane. Wan nivîsaran da tiştek raste, sed xelet…
Ji rastya wan bawarkî yan xeletya wan?
Hema derheqa xasên êzdiyan, bawariyê û pirsgirêkên din da, çevkaniyên biyanî lêkolînvanên îroyîn dikine nava xelitiyan.
Gelo di nav dîroka dijwere ji pey Şîxadî ra
rêvabirekî Êzdiyan rola xwendin nivîsandinê di warê xweparastin,
xweyîkirina êzdîtiyê da texmîn nekir?
Eger 10 sala carekê, di derheqa halê êzdiyan
da, bi destê êzdiyan weke 20 perr jî bihata nivîsar û bihata
xweyîkirin, niha matêryalekî dîrokîyî pir bi qimet destê ewleda da
hebû.
***
Dewya sala 1908 xortekî 18 salî ji mala
Mîra: Mîr Îsmayîl (Îsmayîl beg) bi gelek astengyan û zenetiyan tê nav
Êzdiyên Rûsiyayê. Dokûmêntên ku di arşîvên Ermeniya da mane mêriv
ecêvmayî dihêlin, ku xortekî 18 salî ewqas dûrdîtin bûye, pirsgirêkên
civakê ewqas rind texmîn kiriye û karibiye çareseriyê wan ra bibîne. Çi
ku ewî di nav êzdiyên Rûsiyayê da kir ji bo parastin û pêşxistina
êzdayê îro jî hewcê fêrbûnêye.
Mîr Îsmayîl gund bi gund, mal bi mal li nav
Êzdiyan geryaye, êzdiyatî di nav wan da geş kirye. Xortê nexwendî rola
xwendinê texmîn kirye û temî daye wê civakê ku zarokê xwe bidine
xwendinê.
-Ji bo bi çavê remê û dostanî wê civaka Êzdiyan
binhêrin diçe cem serokên ermenya yên wê demêye here bilind, diçe bal
dewsgirtyê qiralê dewleta Rûs ku wê demê li bajarê Tilbîsê rûdinişt,
êzdiyatî wek oleke serbixwe wan dide qebîlkirin, ji wan hîvî dike. ku
mekteban êzdiyan ra vekin.
Rêvabirîyê Êzdiyên wur ra kivş dike û wê rêvabiryê bi dewletî dide naskirin.
Devedevî salekê ew xort MEZIN li nav Êzdiyên
Rûsiyayê da dimîne, bawarkin, eger Êzdiyên Rûsiyayê wa xweparastin, pêş
ketin, xwe xwendin û zanebûnê girtin, emekê wî xortê rêber mezine…
Ji bo xatirê hevkarya Ermeniyan û Êzdiyên, ku
Ermenî bi dostanî Êzdiyên li nav xwe binhêrin ji Mûsilê Îsmayîl beg
gelek nemên barkêş serokên Ermenya yên olî ra rê dike, bi serokatya wî
dema qira Ermeniya Êzdiyên Mûsilê bi gelek zemetiyan û qurbanyan weke
6000 Ermenî ji qirê xilas kirin.
Ew rêberê mezin, ku xwende jî nîbû, ku civakê ra bibe mînak, cara ewlin zarokê xwe dide xwendinê.
Dokûmêntên derheqa hatina wî li nav Êzdiyên
Rûsyayê, nemê wî û pirtûka „ Jîyannema Îsmayîl Begê“ ku sala 1934 a li
Bêyrûtê hatye weşandin çevkaniyên pirr giranbiha ne derheqa halê
Êzdiyan da û hêjayî lêkolînên zaniyaryêne.
Çiqas ez dixwezim, şexsyetekî wek Îsmayîl Begê,
siteyrkeke usa geş, di dirêjaya dewrana li nav rêvabirya Êzdiyan ya
civakî û olî da bivînim, nîne. Heta îro jî nîne…
Nehîştin ew bive Mîr jî.
***
Çi bûye bûye… Tîştê çûyî şûnda nayê…
Lê îro…
Vê dewra kosmos û întêrnêtê da bawarkin her derecê zanyaryê da Kurdên êzdî hene.
Gilî derheqa oldara ne..
Gelo meriv kare di warê rewşenbîrî da, rêvabiriya Êzdiyan ya îro û sedsala 12 a bide rex hev ?
Friedrich Nietzsche: „Wen die Flamme der Eifersucht umringt, der wendet zuletzt, gleich dem Skorpione, gegen sich selber den vergifteten Stachel.“ von zitate-online.de