http://www.kiwex.com

Çîroka keçên wendayî dibe fîlm PDF Drucken E-Mail

Tê îdîakiin ku jina Kenan Evran jî yek ji van e. Lê belge did estê me de tune ye. E zlê dikolim. Ev dêrsimiyên ku min xwe gihand piraniya wan jî vê dibêjin.

Nivîskar û Derhêner Nezahat Gundogan li dû ÅŸopa keçên Dersîmî ku di dema serhildana Dersimê de ji malbata wan bi zorê hatine girtin çû û nuha jî çîroka wan dike belgefîlm.

Nezahat Gundogan jî bi eslê xwe Dersimî ye. Di dema serhildana Dersimê de dewleta tirk keçên kurd bi zorê ji malbata wan girtine û ew weka ewladî (berdestî ) dane efseran.

Nezahat Gundogan xwe gihandiye 10 keçên ji wan ku nuha temenê wan di navbera 80 û 90 salî de ne. Nezahat Gundogan nuha çîroka van keçikan dike fîlm  û pirtûk û dibêje ê ev fîlm di nava raya giÅŸtî de jî pirr deng derxe.
Ji rojnameya Sabahê Sevilay Yukselir jî di derheqê vê mijarê de bi Nezahat Gundogan re hevpeyivîneke çêkiriye. Em hinek beÅŸên vê hevpeyvînê diweÅŸînin.

Ji ku hat bîra we hûn vê belgefîlmê çêkin?

Ez bi xwe jî Dersîmî me. Her gav ez bi guhdarîkirina çîrokên trajîk yên buyerên ku sala 1938 bûne, mezin bûm... ... 3 sal e li ser dîroka Dersimê xebateke min heye. Lê ez di vê fîlmê de dixwazim buyereke paÅŸ wê demê derxim holê. Mijara min ji bilî tevkujî, sirgûn û dramayên wê demê, dixwazim dramayên zarokan yên wê demê jî derxim holê. Dixwazim behsa zarokên wê demê ku dê û bavên wan hatine kuÅŸtin bikim. Dixwazim behsa wan bikim.

Yanî hûn ê behsa zarokên wendayî bikin?

Esas ne wenda ne. Di lêkolînê de ev derket holê. Ew zarokên ku wê demê wenda bûn, ji aliyê dewletê ve wek ewladî dane efseran û dewletê ev qeyd jî kirine. Dema min dest bi vî karê kir min digot qey tenê çend zarok in. Lê derket holê ku bi sedan zarok hebûne.

Meqseda we bi dewletê ew qeyd kirine çi bû?

Wê demê dewletê kîjan zarok daye kîjan efserî qeyd kiriye. BalkêÅŸ e me belgeyek vê dît. Di sala 1941an de Îsmaîl Koçê Dersimî ji bo keÅŸa xwe û xwuÅŸka xwe bibîne dest bi lêgerînê dike. Wê demê qeymaqamê Salihliyê ji Koç re dibêje keçên ku hûn li wan digerin li cem Yarbay Munip Yilmazturk in û belgeyek dide wî.

BalkêÅŸ e. baÅŸ e piÅŸtre çi dibe?

PiÅŸtre ecêb e. Ismaîl Koç bi zabitek re diçe mala wî efserî. Jina efser li mal e. Li Îstenbol li Bebekê dijîn . Jinik dibêje "mêrê min ne li mal e, piÅŸtî 3 rojan dîsa werin." Dema Koç piÅŸtî 3 rojan dîsa diçe du keçên din ku serê wan zilût in tînin rê Îsmaîl Koç didin. Îsmaîl Koç dibêje ev ne yên ku ez li wan digerim in û diçe. Îsmaîl Koç lêgerîna xwe didomîne. Lê bisernakeve. Mijara belgefîlma min ev e. Çîroka drama du dotmaman û dotameke din e.

Karî hinek behsa çîroka dotmaman bikî ji me re?

Ji van yek wek ewladî(berdestî) dane malbateke efser ji Samsûnê. Ev piÅŸtre hiÅŸê wê tê ser wê û piÅŸtî deh salan li malbata xwe digere û wan dibîne. Ya din jî li Adiyamanê dijî. PiÅŸtî 65 salan malbata xwe dibîne... Naveroka fireh hûnê di fîlm û pirtûka wan de bibînin.

Di belgefîlmê de tenê zarokên keç hene?

Erê, mixabin tenê zarokên keç. Ev polîtîkaya dewletê ye. Min ji wan yekî pirsî " Çima we wek ewladî dan" got " biryara hukumetê bû"..

Dewletê ev zarok çewa ji malbata wan veqetandiye.

Zarokan ji malbata wan girtine û ew li Elezîzê civandine. Serê wan zîlut kirine û kincên Modern li wan kirine. Zarokan li dibistanekê civandine û piÅŸtre wan diÅŸînin bajarên cuda cem malbatên eskeran..

BaÅŸ e di nav van keçan de kesê navdar jî hene gelo.?

Hene. Wek mînak tê îddîakiin ku jina Kenan Evran jî yek ji van e. Lê belge di destê me de tune ye. Ez lê dikolim. Ew dêrsimiyên ku min xwe gihand wan piraniya wan jî vê dibêjin.

Çi dibêjin?

Naxwazim pirr tiÅŸt bêjim. Ji ber ev îddîa ye. dikare efsaneyeke bajarî be jî . Lê ew kesên ku vê îddîa dikirin ku Sakine Evren keça wan e nuha ne sax in. Wan jî lêkolinê kiriye. Dibêjin malbat bihîstiye ku Sakine ewladî dane tuccarek AlaÅŸehrî ya Manîsayê. Ji ber ku wê demê malbat bi îmkanên xwe li zarokên xwe digeriyan. Ez jî li ser îddîayên wan lêgerîna xwe didomînin. Lê ji ber ku jina Kenan Evren e rê jî zehmet e.

Bawerim wê demê pirraniya Dersîmiyan li herêma Manîsa hatine bicîhkirin ne.

Piranî li herêmên ku lê tirk dijîn wek; Kutahya, Aydin, UÅŸak, Manisa,. ji xwe malbata perçekirine û ÅŸandine sirgûnê. Wek mînak. Ji malbatekê yekî ÅŸandine Samsun an Amasya yê din jî ÅŸandine Konyayê....

Kommentare (0)Add Comment

Kommentar schreiben
Du mußt angemeldet sein, um einen Kommentar abzugeben. Bitte registrieren, wenn Du noch kein Konto noch hast.

Copyright 2007. All Rights Reserved.
busy
 
< Zurück   Weiter >

Bewohner

Bewohner

Fun-Ecke

Bilder
Beachtennis

Anmelden

Benutzername

Passwort

Angemeldet bleiben
Passwort vergessen?


Benutzer suchen

Benutzername eingeben.

Alle Mitglieder

438 registriert
0 heute
0 diese Woche
0 diesen Monat
zuletzt: Gencxelil

Neustes Mitglied


Gencxelil

registriert am
2013-02-25 20:26:42

Statistik

227.434Besucher:
71Besucher heute:
199Besucher gestern:
125,76Besucher pro Tag: Ø
9.36%JavaScript aktiviert:
max.
91Online(max.):
02.08.2012, 12:24:50am:
2.226Max. Besucher pro Tag:
02.08.2012am:
37.768Aufrufe (max.) Tag:
26.03.2009am:

Schreib was!

Letzte Nachricht: 3 Monate, 1 Woche her
  • Terzan : twisted
  • Terzan : diese scheiß Fake User nerven
  • Terzan : Smile
  • Terzan : So sollte nun wieder gehen.
  • alibaba : Der Bewohnerpunkt funktioniert nicht bzw. lässt sich nicht öffnen. Würde mich freuen wenn der Admin das wieder hinkriegen würde.
  • Terzan : irgendwas stimmt mit der Startseite nicht.
  • AgireSor : bitte terzo und danke auch .....wenigstens ist auf dich verlass... ich brauche das für ein Projekt ...
  • Terzan : Nun sollten auch die anderen Baviks wieder gehen. Danke für die Info
  • AgireSor : Mir ist aufgefallen das ich  tausend Rechtschreibfehler gemacht habe hahahah normalerweise  passiert mir das nie  grin
  • AgireSor : wenn nicht dann könnt ihr die Seite gleich löschen  grin
Anmelden zum Schreiben..